Zanist û teknolojî

HURJET ji 3 milan va ber bi hedefa xwe va diçe

Göksel Yıldırım  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
HURJET ji 3 milan va ber bi hedefa xwe va diçe

Ankara

 HURJETê sanayiya parastin û hewageriyê ya Tirk di sinifa balafirên bimotor ên jetê da derxist merhaleyeke din. Seba HURJETê ji aliyê ceribandin, hilberîna serî û îxracatê va ji 3 milan va xebat tên meşandin.

Sanayiya Hewagerî û Fezayê di kordînasyona Serokatiya Sanayiyê ya Parastina Serokomariyê da Projeya HURJETê dimeşîne. Di çarçoveya pêşxistina bi du prototîpan û fealiyetên ceribandinê da heta niha 340 sortî hatin kirin û HURJET nêzî 260 saetan firî.

Di Projeya HURJETê da xebatên hilberîna domdar dewam dikin. Di vê çarçoveyê da di nava sala 2026an da teslîmkirina Stêrkên Tirk werin kirin.

Xebatên Projeya Perwerde û Tearuza Sivik a Balafira Jetê ya HURJETê bi derfetên xwemalî hat pêşxistin û di çarçoveya projeyê da xebatan di Tebaxa 2017an da dest pê kir.

Komponenta ewil di 10ê Hezîrana 2022yan da barî xeta montajê ya dawîn kirin û piştra ceribandinên wê hatin kirin.

HURJET ku li Tirkiyeyê balafira perwerdeyê ya supersonîk e û motora wê ya jetê ye, di 30ê Rêbendana 2023yan da motor da xebatê, di 25ê Nîsana 2023yan da cara ewil firî.

HURJET piştî firîna xwe ya ewil firînên xwe yên ceribandinê domandin.

TUSAŞ ji bo ku bikaribe mehê 2 HURJETan teslîm bike, amadehiya binesaziya hilberîna domdar dike.

TUSAŞ wê di merhaleya ewil da 16 heb HURJETAN teslîmî Artêşa Tirkiyeyê bike; ev jimar wê paşê were zêdekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.