Googleê di doza "şopandina cih" da bi eyaleta Californiayê ra bi 93 milyon dolarî li hev kir

Ankara
Şirketa teknolojiyê Googleê, di doza ku li eyaleta Amerîkayê Californiayê bi "di mijara sepanên şopandina cih da bikarhêneran dixapîne" hat tawanbarkirin da mijara dayîna 93 milyon dolar pere da bi eyaletê ra li hev kir.
Serdozgerê Californiayê Rob Bonta di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir, di lêpirsîna wan meşand da ew gihîştin wê encamê, Google digel ku diyar dike, bikarhêner gava şopa cih bigire şopandin tê bidawîkirin, lê şopandina şopên hereketan nehatiye bidawîkirin û dewam kiriye.
Bonta diyar kir, Googleê ji bo qezenca xwe ya bazirganî, şopandina hereketên bikarhêneran didomand û wiha got, "Ev nayê qebûlkirin û bi lihevkirina îro va em Googelê berpirs dibînin."
Di çarçoveya lihevkirinê da Google dê 93 milyon dolarî bide eyaleta Californiayê.