Facebookê hin hesabên têkildarê Rûsyayê girtin
New York
Facebooka malpera medyaya civakî diyar kir ku beriya hilbijartina 3yê mijdarê ya Amerîkayê hin hesabên provokatîf ên têkildarê Rûsyayê girtin.
Di daxuyaniya li ser malpera şirketa Facebookê hat dayîn da hat diyarkirin ku kêmzêde 350 hesabên provokatîf ên dibe ku Rûsya di hilbijartina seroktiyê ya Amerîkayê da bi kar bîne hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 3 komên dezeformasyonê yên bi teşkîlatên eskerî û îstixbarî yên Rûsyayê ra têkildar hatin tesbîtkirin, hedef ew e ku hemû hesabên înternetê yên di navenda midaxeleya hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya 2016an da cî girtin werin girtin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ji ber fikara dibe ku ev hesab di hilbijartina 3yê mijdarê ya Amerîkayê da şikê bixin ser dengdayînê û li ser nîqaşan derxin midaxele kirin.
Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) hişyarî da û 2 roj şûnda Facebookê hesabên provokatîf girtin.