Zanist û teknolojî

Di tedawiya penceşêrê de serdema bikaranîna dermanên biyoteknolojîk ên xwemalî

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank serdana cihê xebatên dermanên xwemalî yê ji bo tedawiya penceşêra serî û sitûyê ya TUBÎTAKê kir.

Ahmet Aydın  | 18.11.2018 - Rojanekırın : 20.11.2018
Di tedawiya penceşêrê de serdema bikaranîna dermanên biyoteknolojîk ên xwemalî

Ankara

ANKARA

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank serdana cihê xebatên dermanên xwemalî yê ji bo tedawiya penceşêra serî û sitûyê ya TUBÎTAKê kir. Di serdanê de xebatên geşepêdana dermanên penceşêrê yên biyobenzer ên xwemalî cara yekê di nava labaratuarê de hatin nîşandan.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Wezîr Varank li Gebzeya navçeya Kocaeliyê serdana Navenda Lêkolînê ya Marmarayê ya TUBÎTAKê (MAM) kir.

Wezîr Varankê ku derbarê Projeya Geşepêdan û Îmala Dermanên Xwemalî yên Biyobenzer ji bo Tedawiya Penceşêrê (BIOSIM) agahî sitendin û li cihê wê li rabaratuarên Navenda Genê, hemî astên îmala dermanê navborî venêhirî.

Varank anî ziman ku bi mebesta giringîpêdan û piştgiriya xebatan serdana labaratuarê kiriye û wiha axivî:

"BIOSIM projeyeke geşepêdana dermanê biyobenzerê ye ji bo penceşêra serî û sitûyê. Me serdana vî cihî kir û me ji hevalan agahî sitendin. Ev teknolojiyeke pir giring e. Herwiha 180 dermanên din ên biyobenzerê hene ku em dikarin îmal bikin. Înşallah emê vê projeyê temam bikin û îdî emê van dermanan li Tirkiyeyê îmal bikin. Dermanê BIOSIMê li labaratuarê hat îmalkirin. Dê di gulana 2019an de teslîmî fîrmayê bê kirin. Pêdekirina vî dermanî li dermanxaneyan muhtacê hinek astên din e, dê bê temamkirin."

- "Nirxê kîlograma wê milyonek dolar e"

Rêveberê Enstîtuya Endazeya Genê û Biyoteknolojiyê ya TUBÎTAKê Prof. Dr. Şaban Tekîn jî got, "Dermanê ku me di çarçoveya BIOSIMê de îmal kir di tedawiya Penceşêra serî û sitûyê de tê bikaranîn."

Prof. Tekîn destnîşan kir ku 100 mgya dermanê ku biyobezera wê tê referansgirtin bi 500 lîreyî ye û got, "Nirxê kîlograma wê milyonek dolar e. Îdî Tirkiye hînî vê teknolojiyê dibe."

Di serdana TUBÎTAK MAMê de Cîgirê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Serokê TUBÎTAKê Hasan Mandal, Serokê TUBÎTAK MAMê Îbrahîm Kiliçarslan û Waliyê Kocaeliyê Huseyin Aksoy jî refaqeta Wezîr Varank kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.