Di roja pêşî da 62 hezar kesî serdana TEKNOFEST KKTCyê kir

Lefkoşa
Festîvala asîmangerî, feza û teknolojiyê TEKNOFEST a ku li Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) tê lidarxistin, di roja pêşî da mazûvaniya 62 hezar kesî kir.
Mezintirîn festîvala asîmangerî, feza û teknolojiyê TEKNOFEST a ku Ajansa Anadoluyê (AA) hevbeşa wê ya ragihandina global e, li Qibrisê mazûvaniya mêvanan dike.
Festîval di bin hîmayeya Serokomariya Komara Tirk a Qibrisa Bakur, di bin rêveberiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da digel 132 saziyên hevbeş, li Balafirgeha Ercanê ya berê tê lidarxistin.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, di roja pêşî da 62 hezar kesî serdana festîvalê kir. Festîvala ku duhê dest pê kir û ewê heta 4ê Gulanê berdewam be, di 116 standan da, çalakiyên li ser mijarên teknolojiyê ji bo xwendekar û ciwanan tê pêşkêşkirin.
Di çarçoveya festîvalê da bi amûrên xwemalî û millî nimayişên firînê tên lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.