Zanist û teknolojî, Xeberên saziyî

Di Lutkeya Ragihandinê ya Stratejîk a Navneteweyî de behsa siberoja rojnamegeriya dîjîtal hat kirin

Alîkarê Serokê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Yusuf Özhan got, "Bi Web 3.0ê ji bo gihiştina kîtleyan serdemeke nû destpê kir. Êdî ev deh sal serdema web 3.0ê ye."

Ahmet Aydın  | 12.12.2021 - Rojanekırın : 14.12.2021
Di Lutkeya Ragihandinê ya Stratejîk a Navneteweyî de behsa siberoja rojnamegeriya dîjîtal hat kirin

Ankara

Alîkarê Serokê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Yusuf Özhan got, "Bi Web 3.0ê ji bo gihiştina kîtleyan serdemeke nû destpê kir. Êdî ev deh sal serdema web 3.0ê ye."

Ozhan di Lutkeya Ragihandinê ya Stratejîk a Navneteweyî (Stratcom Summit '21) de ya ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Serokomariyê va li Navenda Kongreyê ya Halîçê tê lidarxistin, di rûniştina "Nûçegihaniya Dijîtal: Jinûve Keşfa Rojnamegeriyê" ya ku Halîl Îbrahîm Îzgî moderatoriya wê dikir, de axivî.

Ozhan anî ziman ku AA hem li 81 wîlayetên Tirkiyeyê, jisala 1920an ve û hem jî li gelek erdnîgarî herêm û welatên cîhanê nûçegihaniyê dike û got, "AA kedekê mezin dide. Digel nûçegihanên bi nûçeyan re temasdar jî her roj, her deqîqe, her saniye di pey nûçeyê de ne. Dema ev jî tê kirin AA hem di çavê kamouyê de û hem jî di çavê aboneyên xwe de di cihekî gelekî taybet û cihê de ye."

Yusuf Ozhan destnîşan kir ku AAyê jî digel ajansên din ên cîhanê 10 salên dijwar li pey xwe hişt û wiha got, "Em bi awayekî praktîkî bûn şahidê peresendina teknolojiyê û şirketên teknolojiyê. Di astên seretayî yên rojnamegeriyê de ji bo watedarkirina meseleyên cîhanê, bi pêkveyî em xebitîn û herwiha ji xwe dipirsim ka me sûd ji çi wergirt. Derbarê mijarên ku di salên 2008-2009ê de qewimîn hinek senaryo tên pêşberî min. Çarçovekirina wan di wê marîfetê de, dema em li xebatên hingî temaşe dikin, ew dem serdema web 1.0ê bû û ber bi 2yan ve diçû. Ya ku em jê re dibêjin Web 1.0 esttîkeke cîhanî bû rûpeleke wê ya sabît statîk hebû. Em derbasî serdema 2.0ê bûbûn û wê demê me platformên medyaya civakî dîtin. Serdema Facebookê bû ku hûn dikarin digel hevalên xwe yên dibistana seretayî hevdu bibînin. Ne tenê bi dîtina hevalên xwe yên dibistana seretayî ma. Di heman demê êdî ji bo cihên cuday ên cîhanê şîrovekirinên nû çêbûn."

Ozhan anî ziman ku di dîrokê de yekemîn nimûneya cenga medyaya civakî di serdema web 2.0ê de çêbû û wiha got, "Weke nîmûne cenga navxweyî ya Sûriyeyê. Sedemeke wê ya ku gelekî eleqe dît ev bû. Di zêhnê mirovan de cih girt. Em bûn xwedan agahî lê mixabin gelek dîmenên ku îro weke delîlan in di nava Youtubeyê de xuya nakin. 10 salan wisa dewam kir, êdî 10 salên serdema web 3.0ê derstpê kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.