Di IDEF 2025an da bi wesayîtên sanayiya parastinê ya xwemalî va merasima derbasbûnê hat lidarxistin

Istanbul
Di çarçoveya Fuara Sanayiya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) da gelek wesayîtên beja û esmanî yên xwemalî û platformên behrê, bi beşdariya çendîn pergalan va merasima derbasbûnê hat lidarxistin.
Fuara Sanayiya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Şirîkê wê yê Ragihandina Global" e, bi mazûvaniya Wezareta Parastina Neteweyî, piştgiriya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê, di rêvebirin û berpirsiyariya Weqfa Xurtkirinê ya Artêşa Tirkiyeyê (TSKGV) da û bi organîzekirina Şirketa Anonîm a Fuarkariya KFAyê li Navenda Fuarê ya Stenbolê (ÎFM) tê lidarxistin.
Bernameya vekirina fuarê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Ataturkê hat kirin. Di çarçoveya bernameya vekirinê da bi beşdariya gelek wesayîtên beja û esmanî yên xwemalî û platformên behrê û çendîn pergalan va merasima derbasbûnê hat lidarxistin.
Gelek wesayîtên esmanî yên xwemalî ku HURJET, HURKUŞ û Bayraktar AKINCI jî di navê da ne û gelek wesayîtên bejayê jî beşdarî merasimê bûn.
Çendîn platformên behrê ku CG Anadolu û TCG Îstanbul jî di navê da ne jî di merasimê da hatin nîşandan. Ji bilî van di merasimê da moşek û pergalên çekên curbecur jî hatin pêşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.