Zanist û teknolojî

Çînê ekîbeke taykonotan ya nû şand fezayê

Emre Aytekin  | 05.06.2022 - Rojanekırın : 05.06.2022
Çînê ekîbeke taykonotan ya nû şand fezayê

Beijing

 Ekîbeke taykonotan a nû ya Çînê ya wê li fezayê wezîfeyê bike derkete rê.

Li gor daxuyaniya Ajansa Bernameya Fezayê ya Bimirov a Çînê (CMSA) mekîka Şincou-14yê ya ku tê da Çin Dong, Lîu Yang û Caî Şuci hene îro bi saeta herêmî di saet 10.44an da bi roketa Long March 2Fê va ji Navenda Şandina Peykan a Cîçuenê ya li Çola Gobiyê çûn fezayê.

Hat gotin mekîk di rêgeha xwe da bi cih bû û rewşa taykonotan baş e.

Bendê ne ku Şîncou-14 di nav rojê da bigîhêje fezayê.

Çînê Îstgeha Tîengongê (Qesra Esman) li rêgeha Dinyayê da ava kiriye ku ev ekîba ji 3 kesan pêk tê wê 6 mehan li fezayê wezîfeyê bikin.

Taykonot wê xebatên du modulên laboratuvaran û entegrasyona wan a li îstgeha fezayê bimeşînin.

Çin Dongê 44 salî serokatiya ekîbê dike ku di 2016an da beşdarî wezîfeya Şîncou-11yê bûbû.

Lîu Yanga 44 salî jî di 2012yan da beşdarî wezîfeya Şîncou-9an bûbû û wek jina ewil a Çînî ya ku çû fezayê di seferê da cih girtibû.

Caî Şuciyê 46 salî jî di 2011an da beşdarî koma taykonotên nifşa duyem bûbû.

- Plana Çînê ya avakirina îstgehê

Ji ber ku Amerîkayê di qada lêkolînên fezayê da ji Çînê ra hevkarî qedexe kir û rê li ber girt ku ew beşdarî Bernameya Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS) bibe, Çîn jî amadehiyan dike ku îstgeha xwe ya fezayê ava bike.

Dema îstgeha Tîengongê ya ku ji moduleke sereke, du modulên laboratuvarê û teleskopeke fezayê pêk tê ava bû ewê jî bibe wek Îstgeha Fezayê ya Mîr a Rûsyayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın