Zanist û teknolojî

Çînê 'danîna li Marsê' ceriband

Çînê berî şandina wesayîta kewşê ku dê sala 2020an ji bo Marsê were şandin, 'danîna li Marsê' ceriband.

Önder Beyter  | 14.11.2019 - Rojanekırın : 15.11.2019
Çînê 'danîna li Marsê' ceriband

Beijing

Li gorî nûçeya rojnameya "Rojnivîska Gel", li bakurê welêt li Huaylaya navçeya Cangciakou ya li ser eyaleta Hibeyê, li qada ku kêşa erdê li gorî dinyayê ji sisêyan yek e, testa danîna li Marsê hat kirin.

Li qada ceribînê ya ku gelek çavdêrên biyanî jî hatibûn vexwendin, xweberdana li hewa, xweparastina ji astengan û berjêrbûna hêdîka di serî da bi wesayîta kewşê qederek ceribandin hatin kirin.

Serokê Rêveberiya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê Cang Kicien di daxuyaniya xwe ya piştî ceribînê da diyar kir ku lêkolîna li ser gerdûnê, xeyalê hevpar ê mirovahiyê ye û lewma jî welatê wî li ser esasê adil, emilandina aştiyane û geşkirina berfireh, dixwaze di warê fezayê da peywendî û hevkariya navneteweyî xurt bike.

Çînê par berfanbarê ji bo kewşkirina rûyê tarî yê Hîvê, wesayîteke kewşê şandibû û wesayîtê 3yê rêbendanê li rûyê tarî danîbû. Herwiha Çînê wesayîta kewşê ya yekemîn, sala 2013an şandibû Hîvê.

Welatê Çînê ku piştî Amerîka û Rûsyayê tevlî pêşbaziya fezayê bû û van axiriyan pêşdaçûneke berbiçav bi dest xist, plana wê yekê dike ku peywira Marsê sala din bide destpêkirin. Çîna ku van salên dawîn di warê fezayê da navê wê gelekî tê bihîstin, bi projeyên xwedî îdia yên wekî peykên fêmkirina dûrva, peykên çavdêriyê yên kurewî, li rêgehê avakirina îstasyên mayînde yên fezayê, xebatên li ser Hîvê û kewşkirina Mars û Jupîterê va derdikeve pêş.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın