Zanist û teknolojî

Coşa TEKNOFESTê ya li Enqereyê di roja 4an da wê bi pêşbazî û pêşandeyên hewayî dewam bike

Hülya Ömür Uylaş  | 02.09.2023 - Rojanekırın : 03.09.2023
Coşa TEKNOFESTê ya li Enqereyê di roja 4an da wê bi pêşbazî û pêşandeyên hewayî dewam bike

Ankara

Festivala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFEST a ku ya herî mezin a dinyayê ye, di 100emîn sala Komarê da li Enqereyê ji bo meraqdarên teknolojî û zanistê deriyê xwe vekiriye di roja 4an da wê bi konsera Mazhar Alanson va dewam bike.

TEKNOFESTa ku cara ewil di sala 2018an da hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) hevkarê wê yê ragihandina global e, bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va û bi beşdariya 125 sazî û şirketên qamû û taybet li Enqereyê didome.

Di roja 4an a festivalê da wê pêşbazî û pêşandeyên hewayî bên kirin.

Hunermend Mazhar Alanson jî wê îro konserê bide.

Festival li Balafirgeha Etîmesguta Enqereyê tê kirin û sibê roja dawîn e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.