Coşa TEKNOFESTê li Enqereyê dest pê kir

Ankara
Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFEST a ku ya herî mezin a dinyayê ye, di 100emîn sala Komarê da li Enqereyê ji bo meraqdarên teknolojî û zanistê deriyê xwe vekir.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê AAyê berhev kirin, TEKNOFEST a ku cara ewil di 2018an da hat lidarxistin, îsal li nava welêt ya 7em û bi tevahî jî ya 8em tê lidarxistin.
Çalakiya ku AA hevkarê wê yê ragihandina global e, bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va û bi beşdariya 125 sazî û şîrketên qamû û taybet va tê lidarxistin.
Çalakiya ku îro ji saet 09.00an pê va deriyê xwe vekir, îro dê merasima wê ya fermî di saet 14.30î da were kirin.
Festîval dê heya 3yê Îlonê li Balafirgeha Etîmesguta Enqereyê li benda meraqdaran be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.