Ciwanekî Wanî ji kelûpelên bermayî wesayita go-kartê çêkir

Van
Li Erdîşa navçeya Wanê ciwanekî ku li pişesaziya otoyê dixebite, ji kelûpelên xurde, wesayita go-kartê çêkir.
Muhammed Canê 19 salî ku li Sîteya Pîşesaziya Otoyê ya Erdîşê temîrkariyê dike, kelûpelên bermayî li hev civandin û piştî xebateke bi qasî 6 mehan, wesayiteke go-kartê çêkir.
Canê ku li pîşesaziyê ji bo îcada xwe ajotina ceribandinê kir, behsa plan û projeya xwe ya ji bo çêkirina wê wesayitê kir.
Can anî ziman ku piştî xebateke dijwar ew wesayit qedandiye û got, "Me biryar da ez di demên xwe yên vala da li ser çêkirina wê wesayitê bixebitim. Min hesin û profîl ji xurdekaran kirîn. Min li ser înternetê siparişa motor û lastîkdan da. Kelûpelên din jî min ji pîşesaziyê dane hev. Min qoltix ji sendaliyeke şikestî çêkir. Di 6 mehan min wesayit qedand."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.