Ceribandineke serkeftî ya nû ya mûşeka TAYFUNê
Ankara
Pergala mûşek û çekan a TAYFUNê ku niha di hilberîna girseyî û radestkirinê da ye, di ceribandina xwe ya dawî da bi îsabeteke baş li hedefa xwe xist.
Ceribandinên li ser varyantên cuda yên TAYFUNê ya ku navê mûşeka balîstîk a herî dûrmenzîl a Tirkiyeyê û hilberîna navxweyî digire, berdewam e.
Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun, di daxuyaniya xwe ya derbarê ceribandina dawî da diyar kir ku careke din asîman bûn şahidê îradeya gel.
Gorgun wiha pê da çû:
"Bi ceribandina serkeftî ya mûşeka me ya TAYFUNê, me asteke din derbas kir, me asoyên ewlehiya xwe berfireh kir û şiyanên xwe yên astengkirinê xurt kir.
Di vê pêvajoyê da, em bi çareseriyên fireqat û bi çareseriyên xwemalî pergalên nû li envantera xwe zêde bikin û qebareya xwe ya astengkirinê xurt dikin.
Ev destkeftî ne tenê serkeftina mûşekekê ye ku li hedefa xwe dixe, lêbelê encama serbilind a rêwîtiyeke dirêj e ku bi saya xebata dijwar a endazyarên me, jîrbûna ciwanên me û biryardariya bêdawî ya neteweya me hatiye çêkirin.
Ji bo hemî malbata me ya Roketsanê, ji endazyaran bigire heya teknîsyenan, ji bo beşdariyên wan di vê serkeftina krîtîk da ji dil û can spasiyê xwe dikim.
Ev asta bilind a şiyanên ku hatine nîşandan mînakeke berbiçav a biryardariya Tirkiyeyê ya parastina siberoja xwe ye.
Tirkiye bi her gavekê bi bawerî, hêz û biryardariyeke mezintir ber bi siberojê va diçe."
- "TAYFUN ji bo erkê amade ye"
Rêveberê Giştî yê Roketsanê Murat Îkinci jî derbarê ceribandina testa navborî da wiha got, "TAYFUN ji bo erkê amade ye. Pergala me ya mûşek û çekan a TAYFUNê, ku em çalakiyên hilberandin û radestkirina wê ya girseyî bi lez û bez didomînin, di ceribandina xwe ya dawî da bi îsabeteke baş gihîşt hedefa xwe. Ez ji dil û can pîrozbahiyê li hemî hevkarên xwe yên ku beşdarî vê serkeftinê bûne dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
