Ceribandina mekîka fezayê ya bimirov a SpaceXê ji ber şertên hewayê hat taloqkirin
SpaceX û Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) wê bi hev ra mekîka fezayê ya ku cara ewil mirov wê tê da herin, biceribanda û bişanda rêgeha dinyayê, lê ji ber şert û mercên hewayê hat taloqkirin.
New York
SpaceX û Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) wê bi hev ra mekîka fezayê ya ku cara ewil mirov wê tê da herin, biceribanda û bişanda rêgeha dinyayê, lê ji ber şert û mercên hewayê hat taloqkirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê NASAyê hat dayîn, ji kewkîkirina roketê ra mabû çend deqîqe, ji ber rewşa hewayê dan sekinandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ji ber şert û mercên hewayê em îro nikarin (roketê) kewkî bikin." û hat plankirin ku roja şemiyê li gor saeta rojhilatê Amerîkayê di 15:22yan da cardin were ceribandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku beşdarî merasima kewkîkirinê bibe çûbû Florîdayê di merasimê da cihê xwe girtibû.
Piştî 9 salan li ser axa Amerîkayê wê mekîka fezayê ku cara ewil meriv wê tê da herin, biceribîne, lê ceribandin ma roja şemiyê.
Fîrmaya SpaceXê ku navenda wê li Kalîforniyayê ye û Elon Muskê karsaz xwediyê wê ye, ji bo ku mekîka fezayê ya bi navê "Crew Dragon" bi du astronotan va bişîne fezayê, li Îstasyona Fezayê ya Kennedyê ya li Florîdayê hemû amadehî hatibûn kirin. Astronotên NASAyê Doug Hurley û Bob Behnken wê tê da biçûna.