Çavê nû yê ÎHAyên Neteweyî ASELFLIR-600ê performansa xwe nîşan da
Ankara
Wesayita Bêfirokevan a Êrîşê ya Bayraktar AKINCIyê (TÎHA) bi ASELFLIR-600ê performansa firînê nîşan da.
Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun di parvekirina xwe ya derbarê testê ya li ser medyaya civakî da, tekezî kir ku ew berhema ekosîstemeke parastinê ye ku dema pêwîst be dikare demildest û bêyî arestekirinê tevbigere.
Gorgun destnîşan kir ku pergalên pêşxistî di pêvajoyên dijwar da bi lez û bez hatine bicihanîn û got, "Ev pergal îro di nav çareseriyên elektro-optîkî yên herî pêşketî yên cîhanê da ne, pêbawerî û performansa xwe di qadê da bi awayekî zelal îsbat kirine."
Gorgun diyar kir ku kamerayên navxweyî ne tenê pêdiviyekê pêk tînin, di heman demê da Tirkiye di vî warî da kirine yek ji welatên pêşeng û anî ziman ku asta bidestxistî encama siruştî ya îradeyeke biryardar, hişmendiyeke endazyariyê ya bihêz û biryarên stratejîk e û di wextê rast da hatine girtin.
Di parvekirina ku ji hêla ASELSAN ve hat kirin da derbarê şiyanên sîstemê da jî agahî hat dayîn.
Li gorî vê ASELFLIR-600ê di şert û mercên dijwar da bi entegrekirina kanala kameraya SWIR û rojê wênekirina rengîn û bi hûrgiliyên bilind peyda dike û bi nîşankera hedefa lazerê ya xwe rastbûna tevahî di şiyanên hedefgirtinê da misoger dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
