Zanist û teknolojî

"Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê" dê îro hezkiriyên astronomiyê bîne cem hev

Merve Özlem Çakır  | 08.06.2022 - Rojanekırın : 09.06.2022
"Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê" dê îro hezkiriyên astronomiyê bîne cem hev

Ankara

Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevana Diyarbekirê iro dê bi beşdariya Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu va dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, çalakiya ku dê bi îsal va ji bo cara duyemîn were lidarxistin, dê bi piştgirî û alîkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, Wezareta Çand û Turîzmê, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketina Qerejdaxê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û her wiha bi kordînasyona TUBÎTAKê were lidarxistin.

Çalakiya ku dê hezkiriyên asîman bîne cem hev dê di navbera 9-12ê Hezîranê da li Keleha Zêrzevanê ya li Diyarbekirê were kirin. Herdu Wezîr Varank û Kasapoglu dê çalakiyê bidin destpêkirin.

Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Serokê Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokomariyê Alî Taka Koç, Serokê TUBÎTAKê Hasan Mandal û her wiha zêdeyî hezarî ciwan dê digel malbatên xwe beşdarî çalakiyê bibin. Balyonên gelek welatan ên li Enqereyê, gelek rojnamegerên biyanî jî dê bernameyê bişopînin.

Di çarçoveya bernameyê da gelek çalakiyên wekî xebatên atolyeyê, çavdêriya teleskopê, sohbetên astro û konser dê bên lidarxistin. Beşdar her wisa dê di konên ku dê li dewrûbera kelehê bên vegirtin da bimînin.

Kelha Zêrzevanê ya xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye li Tirkiyeyê di nav 10 ciyên ku lê çavdêriya ezman tê kirin da cî digire. Ji alî UNESCOyê va di sala 2020î da tevlî nav Lîsteya Berwext a Mîratên Dinyê hat kirin û keleh bi Perestgeha Mîthrasê ya li ser xwe dihewîne va bala ziyaretvanan dikişîne.

- Ji bo bernameyê 6 hezar û 600 kesî serî lê da û bi pişkê hatin diyarkirin

Ji bo beşdarî organîzasyonê bibin 6 hezar û 600 kesî serî lê da û ji wan 2 hezar û 600 jê xwendekar bûn û ya bal kişand ew bû ku ji kesên serî lê dan sedî 56 jê jin bûn.

Serlêdan di encama pişkavêtinê da hatin nirxandin. Beşdarbûyê herî biçûk 1 salî û yê herî kal jî 86 salî bû û bi hezaran meraqdarên fezayê wê bên bal hev.

- Bi konser û organîzasyonên zanistî va wê beşdarbûyî şa bibin

Di roja vekirinê da Serokê Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê Huseyîn Yildirim, di çarçoveya bernameyê da wê qala Bernameya Fezayê ya Neteweyî û kar û xebatên di vê qadê da tên kirin bike.

Serokê Kolandina Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun seranserê sê rojan der heqê Kolandinên Zêrzevanê da agahiyê bide beşdarbûyiyan. Du roj jî wê li pêş kelhê ji bo beşdarvbûyiyan konser bê dayîn.

Di çalakiyê da zanyar wê bi sernavên wekî Gerstêrkên Din, Teknolojiyên Peykê, Stêrkên Eynikan, Qirêjiya Ronahiyê, Em Asîman Nas Bikin, di Mijarên Sereke yên Astrnomiyê da Şaşiyên ku Rast Tên Zanîn, Li Asîman Çi Heye, Astroîtên ku Nêzî Rûyê Erdê Dibin, Nixûmandina Stêrkan, Hewaya Fezayê, Pulsar û Çalereş, Lêkolînên Cemseran ji beşdarbûyiyan ra pêşkêşiyan bikin.

Di bernameyê da astronomên profesyonel û amator wê asîman tedqîq bikin û li benda derketina stêrkan bisekinin. Beşdarbûyî wê li Perestgeha Mîthrasê der barê xebatên astronomiyê yên ku bi hezaran sal berê hatin kirin da wê agahiyê bistînin. Bi vîzyona Bernameya Fezayê ya Neteweyî tê xwestin ku eleqeya ciwanan li ser fezayê zêde bibe. Di çalakiyê da wê semîner werin dayîn, pêşbazî werin lidarxistin û li ser zanista fezayê gelek fealiyetê wê werin kirin.

- Çalakî wê li bajarên cuda yên Anadoluyê werin kirin

Wezareta Sanayî û Teknolojiyê cara ewil di 1998an da Kovara Zanist û Teknîkê derxist û biryar da ku Mihrîcana Çavdêriya Asîman a Neteweyî ku li Saklikenta Antalyayê hat lidarxistin, li bajarên cuda yên Anadoluyê bela bike.

Bername par li Diyarbekirê bi navê Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê hat lidarxistin, îsal wê piştî Diyarbekirê di 3-4ê tîrmehê da li Wanê, di 22-24ê tîrmehê da li Erziromê û 18-21 tebaxê da li Antalyayê were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.