Zanist û teknolojî

Bernameya Skype ya Microsoftê ji îro pê va xizmeta xwe bi dawî kir

Damla Delialioğlu  | 05.05.2025 - Rojanekırın : 06.05.2025
Bernameya Skype ya Microsoftê ji îro pê va xizmeta xwe bi dawî kir

Ankara

Sepana ragihandinê ya bi deng û dîmen Skype ya ku xwediyê wê şîrketa teknolojiyê ya Amerîkî Microsoft e, ji îro pê va xizmeta xwe bi dawî kir.

Sepana Skype ya ku ji 20 salan zêdetir e xizmeta ragihandinê ya bi deng û dîmen pêşkeşî bikarhêneran dikir, îro ji sepanê hat rakirin.

Microsoftê di sala 2003yan da Skype pêşkeşî piyaseyê kiribû û di sala 2010an da hejmara bikarhênaran ji 300 milyonî derbas bûbû.

Şirketa Microsoftê daxuyandibû ku Skype ji bo ku li gorî hewcedariyên mişteriyan bi hêsanî bê verastkirin wê ji xizmetê bê rakirin.

Şirketê ragihandibû ku ew ê li ser Microsoft Teamsê bixebitin û daneyên bikarhênerên Skype wê bi awayekî otomatîk li ser Teamsê bên barkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın