Zanist û teknolojî

ASELSAN ewê teknolojiya hişê çêkirî li "Mavî Vatanê" zêde bike

Mustafa Çalkaya  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 24.07.2025
ASELSAN ewê teknolojiya hişê çêkirî li "Mavî Vatanê" zêde bike

Istanbul

 Li Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) di çarçoveya peymana Muxtireya Mitabeqetê ji bo Zêdekirina Daneyan a Sensor û Sepanên Hişê Çêkirî ya di navbera Fermandariya Hêza Deryayî û ASELSANê da ewê karînên hişê çêkirî li sensor û kontrolên avêtinê bên zêdekirin.

Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevbeşa wê ya Ragihandina Global" e bi mazuvaniya Wezareta Parastina Neteweyî û bi piştgiriya Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê, di bin rêveberî û berpirsiyariya Weqfa Bihêzkirina Hêzên Çekdarî Yên Tirkiyeyê (TSKGV) û bi organîzatoriya Fuarkariya KFA AŞê li Navenda Fuarê ya Stenbolê (IFM) tê lidarxistin.

Bi merasima ku li fuarê hat lidarxistin va di navbera Fermandariya Hêza Deryayî û ASELSANê da Muxtireya Mitabeqetê ji bo Zêdekirina Daneyan a Sensor û Sepanên Hişê Çêkirî ya hat îmzekirin.

Muxtireya Mitabeqetê ku lêzedekirina teknolojiyên nû li Mavî Vatanê di xwe da digire, ji aliyê Fermandarê Hêza Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu û Rêveberê Giştî yê ASELSANê Ahmet Akyol va hat îmzekirin.

Bi muxtireya navborî armanc ew e ku di warê zêdekirina karînên hişê çêkirî li sensor û pergalên kontrolên avêtinê da hevkarî bê kirin.

Bi zêdekirina karînê hişê çêkirî li sensor û pergalên kontrolkirina avêtinê yên ku ji hêla ASELSAN va hatine pêşva xistin, hêza deryayî dê di warê şerê modern da avantaja têgihîştin, biryardan û berteka bileztir bi dest bixe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın