Zanist û teknolojî

Wesayîta keşfê ya NASAyê ji Marsê nimûneya kevir a ewil hilda

Esin Eşkinat Sayılgan  | 08.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Wesayîta keşfê ya NASAyê ji Marsê nimûneya kevir a ewil hilda

New York

Persevarenceya wesayîta keşfê ya Ajansa Feza û Hewadariyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) şandibû Marsê ji Marsê nimûneya kevir a ewil hilda.

NASAyê diyar kir ku li gor daneyên di 1ê îlonê da ji wesayîta keşfê hatin tê dîtin ku nimûneya kevir bi serkeftî hatiye hildan.

Li bendê ne ku dema wesayît vegere dinyayê zanyar li ser nimûneya kevir bixebitin û mêze bikin hela bi milyaran sal berê li Marsê jiyan hebûye an tunebûye.

Perseveranceya wesayîta keşfê li Laboratuvara Jet Îtkiyê ya NASAyê ya li Calîfornîayê hatibû avakirin û bi sotemeniya plutonyumê dixebite. Wesayît di 30yê tîrmeha 2020î da hatibû şandin û 7 meh şûnda di 18ê sibatê da wesayît daketibû Marsê.

Meha borî Perseveranceyê hewl dabû ku nimûneyê hilde lêbelê bi ser neketibû, li ser vê NASAyê protokoleke teze pêş xistibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın