Zanist û teknolojî

TEKNOFEST Welatê Şîn bi merasima girtinê va bi dawî bû

Abdulkadir Günyol  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
TEKNOFEST Welatê Şîn bi merasima girtinê va bi dawî bû

Istanbul

TEKNOFEST Welatê Şîn ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê wê yê Ragihandina Global e, bi serkêşiya Weqfa Tîma Teknolojiya Tirkiyeyê (T3) û bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Parastina Neteweyî hat lidarxistin, li Fermandariya Tersaneya Stenbolê piştî merasima girtinê bi dawî bû.

Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFEST û Heyeta Mutevellî ya Weqfa T3yan Selçuk Bayraktar di merasimê da axivî û diyar kir, wan di asoya Welatê Şîn da TEKNOFESTeke din jî kuta kir û ew serbilind in.

Bayraktar diyar kir ku di çalakiyê da tenê proje nakevin pêşbaziyê û wiha dewam kir: "Ji wesayîtên binê avê yên otonom bigire heta pergalên behrê yên bêmirov we proje çêkirin û bi van projeyan va hûn bûn çîroka şirîkê çîroka rewnaqdar a paşeroja Tirkiyeyê."

Fermandarê Hêza Behrê Oramîral Ercument Tatlioglu jî wiha got, "Ked û yekûna zanînê ya ku li vê derê hat pêşkêşkirin, nîşaneya herî xurt e ku di paşerojê da pergalên behrê yên pir pêşketîtir wê bi destê endezyarên Tirk werin sêwirandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.