Zanist û teknolojî

TEKNOFEST Stenbol bi çalakiyên roja dawîn va dewam dike

Abdulkadir Günyol  | 21.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
TEKNOFEST Stenbol bi çalakiyên roja dawîn va dewam dike

Istanbul

Di roja dawîn da welatî eleqeyeke mezin nîşanî TEKNOFEST Stenbolê didin.

TEKNOFEST Stenbol ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) tê lidarxistin û her wiha Ajansa Anadoluyê jî ji bo wê Hevparê Ragihandina Kurewî ye û wek mihrîcana hewagerî, feza û teknolojiyê ya herî mezin a dinyayê tê zanîn, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê pêşwaziya mêvanên xwe didomîne.

Di roja dawîn da welatî eleqeyeke mezin nîşanî mihrîcanê didin. Ziyaretvanên ku bi malbatên xwe va ji serê sibê pê va hatin mihrîcanê liv û tevgereke rengîn derxistin holê.

- Milyonek û 100 hezar kesî serî li pêşbirkan da

TEKNOFEST Stenbol bi kategoriyên pêşbirkan yên piştevanê geşandina teknolojiyê di qadên kritîk da derdikeve pêş ku wê di 58 kategoriyên sereke û 137 kategoriyên jêrîn da pêşbirk bên lidarxistin.

Taximên beşdarî mihrîcanê dibin û dema asta ewil derbas bibin wê sûdê ji piştgiriyeke zêdetir ji 85 milyon lireyî werbigirin. Taximên ku bikevin dereceyê jî wê bi giştî ji 65 milyon lireyî zêdetir xelatê bistînin.

Ji 565 hezarî zêdetir taxim û milyonek û 100 hezar pêşbirkvanên ku dixazin xewnên xwe pêk bînin serî li pêşbirkên teknolojiyê dan.

Heta niha qasî 11 milyon kesî TEKNOFEST ziyaret kir.

Di mihrîcanê da nimayişên asîmanî, konser, performansên li ser dikê, atolyeyên perwerdeyê, qadên ezmûna simulasyonê, pêşandanên zanistî, Tunela Demê ya TEKNOFESTê, pêşangeheke wesayîtên behrê, bejahî û asîmanî ya neteweyî û her weha ezmûneke firîna yekem a taybet ji bo xwendekaran tê pêşkêşîkirin.

Firokeyên ATAK, Hurkuş, ANKA, Bayraktar TB2, Bayraktar TB3 û Bayraktar AKINCI jî di mihrîcanê da amade ne.

Ji bo TEKNOFEST Stenbola ku beşdarbûna wê bêpere ye mêvan divê qeyda xwe li ser înternetê çêbikin. Mêvan dikarin di navbera saet 9.00ê sibehê û heta 19.00ê êvarê da serdana mihrîcanê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın