Taybetiyên nû li NSosyalê hatin zêdekirin
Taybetiyên wekî moda hikayeyê, girtin/vekirina ji bersivan ra ya postê, lêgerîna postê di nav profîlê da, sabitkirina 3 postan di profîlê da li platformê hatin zêdekirin
Istanbul
NSosyala platforma medyaya civakî ya navend Tirkiye, moda hikayeyê di serî da gelek taybetiyên nû ji bikarhênerên xwe ra pêşkêş kirin.
Li gorî agahiyên NSosyalê di mixazeya sepanê da parve kirin, bi rojanekirina dawîn ra di sernavên naverok-ragihandin, profîl-hesabê da gelek taybetî hatin lêzêdekirin.
Taybetiyên wekî moda hikayeyê, girtin/vekirina ji bersivan ra ya postê, lêgerîna postê di nav profîlê da, sabitkirina 3 postan di profîlê da li platformê hatin zêdekirin.
Di bin sernavê rêvebirina profîl-hesab da jî forma serlêdana hesabê pesendkirî, lêgerîna di nav şopîneran da, navê bikarhêner, navnîşana e-postayê, şîfre guhertina di nav sepanê da, cemidandina hesabê û menû hatin lêzêdekirin.
