Zanist û teknolojî

SpaceXê agirkirina roketa Falcon Heavyê taloq kir

Hilberînerê roket û mekûka fezayê SpaceXê, agirkirina roketa Falcon Heavyê ji ber bayê gur taloq kir.

Önder Beyter  | 11.04.2019 - Rojanekırın : 12.04.2019
SpaceXê agirkirina roketa Falcon Heavyê taloq kir

Ankara

Hilberînerê roket û mekûka fezayê yê Amerîkayî SpaceXê, agirkirina roketa Falcon Heavyê ji ber bayê gur taloq kir.

Damezirîner û Rêveberê Payebilind ê SpaceXê Elon Musk ragihand ku agirkirina roketê Falcon Heavyê ku li gorî planê dê duh bi şev ji Navenda Fezayê Kennedy ya Daîreya Feza û Asîmangeriyê ya Amerîkayê (NASA) ya li Floridayê bi peykeke komunîkasyonê bo rêgehê bihata şandin, ji ber bayê gur hat taloqkirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku SpaceX dê îşev biceribîne ku Falcon Heavyê agir bike.

Şirketê cara ewil par roketa bazirganiyê Falcon Heavy ku li dinyayê ya herî bihêz e, bi serkeftî agir kiribû. Hatibû ragihandin ku maliyeta roketê 90 milyon dolar e û kapasîteya wê ya bar jî 63,8 ton e.

Falcon Heavyê wesayîta Teslayê ku modela wê Roadster e veguhestibû rêgehê ku vê yekê jî bi qasî agirkirina roketê deng vedabû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.