Zanist û teknolojî

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê Bayraktar di merasima vekirinê ya TEKNOFEST Stenbolê da axivî

Tolga Yanık  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê Bayraktar di merasima vekirinê ya TEKNOFEST Stenbolê da axivî

Istanbul

 Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê û Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) Selçuk Bayraktar daxuyand armanca tekane ya Tevgera Teknolojiya Neteweyî ew e ku bigihêje îdeala Tirkiyeyeke bi tevahî serbixwe û serfiraz û wiha got: "Em li TEKNOFESTê tenê fikr û ramanên pêşketî û îcadên nû nabînin. Em destên hosta û aqilmendên ku wan fikran di pratîkê da bi kar tînin û vediguhêze pola, kod û beran jî dibînin. Her projeya van pêşbaziyan bingeha şirketên teknolojiyê ne ku wê mohra xwe li siberojan bixin."

Mezintirîn Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya dinyayê TEKNOFEST ya ku Ajansa Anadoluyê jî hevkarê wê yê ragihandina global e, bi sponsoriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3yê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê mêvanên xwe diezimîne.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê Bayraktar di axaftina xwe ya vekirinê ya mihrîcanê da ji bo piştgiriya wî ya TEKNOFESTê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.

Bayraktar her wisa spasiya beşdaran, sazî û rêxistinên ku beşdarî mihrîcanê bûne, rêhevalên xwe yên li Weqfa T3yê û milet jî kir.

Bayraktar daxuyand TEKNOFEST ne tenê mihrîcan e, TEKNOFEST li dijî xewa sedsalî ya teqlîd û bêçaretiyê ya ku hatiye fêrbûn bertekeke xurt e.

Bayraktar wiha got: "Îsal, me asoyên xwe hîn bêtir berfireh kirin. Jê 13 nû, bi tevahî 64 pêşbirkên cuda va em rekora xwe wekî mezintirîn mihrîcana teknolojiyê ya cîhanê bi dest dixin."

Bayraktar destnîşan kir ku li ber çavan nijadkujiya herî bêmerhemet a serdema nûjen diqewime û wiha dewam kir:

"Li Xezeyê dergûş, zarok û merivên bêsûc û guneh tên kuştin. Li cihekî kuştina dergûşan heke meşrû were dîtin, li wê derê êdî tu sînorekî exlaqî û hiqûqî nemaye. Ev rewş ji bo hemû mirovahiyê gefa man û nemanê ye. Ez bi dil û can bawer dikim, dema ku em ji hedê merhemet û edaleta ku şaristaniya me li ser me ferz kiriye, bi heqî bên der, zû yan jî dereng qencî wê li hemberî xerabiyê bi ser keve. Miheqeq qencî wê qezenc bike."

Bayraktar daxuyand, Hemleya Teknolojiya Neteweyî ne tenê çêkirina roketên leztir, pergalên aqiltir e û wiha dewam kir: "Doza me ew e ku em teknolojiyê bi wijdanê ra, aqil bi exlaq ra têxin yek. Doza me ew e ku em ewqas bi hêz bibin da ku bikaribin ji zilmê ra bibêjin 'bes e'. Ev hêz digel zêdebariya eskerî, aborî û teknolojiyê, pêkanîna zêdebariya exlaqî ye."

Bayraktar got teknolojiya pêşketî ji tenduristiyê bigire heta çandiniyê, ji gîhandinê bigre heta agahdariyê di her qadê da mifteya paşerojeke rewnaq e û wiha dewam kir:

"Em li TEKNOFESTê tenê fikr û ramanên pêşketî û îcadên nû nabînin. Em destên hosta û aqilmendên ku wan fikran di pratîkê da bi kar tînin û vediguhêze pola, kod û beran jî dibînin. Em bi deh hezaran keç û xortên xwe yên ku wê sibê van teknolojiyan di fabirqeyan da bi kar bînin, hilberînin û di atolyeyan da pêş bixin jî dibînin. Her projeya van pêşbaziyan bingeha şirketên teknolojiyê ne ku wê mohra xwe li siberojan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.