Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz: Siberoja welatê me ji nifşa TEKNOFESTê ra derbas dibe
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Karagoz diyar kir ku siberoja Tirkiyeyê ji nifşa TEKNOFESTê ra derbas dibe û wiha got, "Ez wisa dinirxînim ku ji bo herkesî berpirsiyariyeke hemwelatiyê ye ku piştgiriyê bide TEKNOFESTê."

Lefkoşa
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz diyar kir ku siberoja Tirkiyeyê ji nifşa TEKNOFESTê ra derbas dibe û wiha got, "Ez wisa dinirxînim ku ji bo herkesî, ji bo her neferekî ku li welatê me dijî, berpirsiyariyeke hemwelatiyê ye ku piştgiriyê bide TEKNOFESTê."
Bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va û her wiha bi hîmayeya Serokomariya KKTCyê va TEKNOFEST ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) hevkarê wê yê ragihandina global e, digel 132 saziyên pişikdar ên ku di navê da saziyên qamûyê, saziyên mezin ên teknolojiyê, zanîngeh û saziyên çapemeniyê hene, li Balafirgeha Ercanê ya berê tê lidarxistin.
Karagoz di nirxandina xwe ya li vir da diyar kir ku TEKNOFEST ji bo cara 11em tê lidarxistin û ji roja ewil û vir va AA, hevkarê ragihandina global a festîvalê ye.
Karagoz bal kişand ku TEKNOFEST, wêneyê dinyaya veguherandî ye û wiha dewam kir, "Dinyaya veguherandî, dê bibe cihekî wisa ku teknolojî dê bi awayekî çalaktir û hişê çêkirî jî di her warî da bên emilandin. Welat û neteweyên ku dînamîzma vê cihanê biqefêlin, dê li gorî yên neqefaltî, bikevin rewşeke bi avantajtir. Dê ji bo welatiyên xwe siberojeke dewlementir wad bikin. Ji lewma jî TEKNOFEST, tevgereke hêvîbexş e ku ne vê rojê dê siberoja me rizgar bike û teşeyê bidê."
- Pêşeroj wê bibe ya ciwanên TEKNOFESTê
Karagoz wiha dewam kir:
"Welatekî me yê wisa heye ku li dinyayê bi ÎHAyên xwe bûye marqe, otomobîla xwe ya ceyranê bi xwe çêdike, di pîşesaziya parastinê da êdî têra xwe dike. Pêşeroja welatê me li ser pişta ciwanên me yên TEKNOFESTê ye. Ez wisa difikirim ku divê hemî kesên li welatê me piştevaniya TEKNOFESTê bikin ku ev berpirsiyariya welatîbûnê ye. Dînamîzma teknolojîyê êdî li Tirkiyeyê ye.
Em nikarin behsa dînamîzma teklojîk bo Ewropayê bikin. Lewra li ku derê dînamîzma teknolojîk hebe kesên zana koçî wê derê dikin. Îro em li ser koça hiş ya berevajî dikin. Ev bi saya nifşa TEKNOFESTê dibe. Ez wisa bawer dikim ku wê ev hê mezintir bibe. Em ji bo pêşerojê hêvîdar in. Pêşeroj wê bibe ya ciwanên TEKNOFESTê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.