Zanist û teknolojî

Serokê Leonardoyê Pontecorvo anî ziman ku ji bo wan rûmet e ku hevkariyê bi Baykarê ra dikin

Tolga Yanık  | 18.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Serokê Leonardoyê Pontecorvo anî ziman ku ji bo wan rûmet e ku hevkariyê bi Baykarê ra dikin

Istanbul

 Stefano Pontecorvoyê Serokê Leonardoyê ku li Îtalyayê yek ji şirketên bi nav û deng e di warê pîşesaziya asîmangerî parastinê da derbarê LBA Systemsê ku projeyeke wan a hevpar e bi Baykarê ra got, "Ji bo me rûmet e ku Baykarê em weke hevkarê stratejîk hilbijartin. Baykar şirketeke serkeftî ye, muhtemelen baştirîna cîhanê ye."

LBA Systems a ku Baykarê û Leonardoyê bi hevkariyên ji sedî 50 ava kiriye û dê navenda wê li Îtalyayê be, ewê li ser çêkirina droneyan û pêşxistina wan digel çaksaziya wan bisekene.

Stefano Pontecorvo, di daxuyaniya xwe da ya ku di 55emîn Fuara Asîmangerî ya Parîsê ji bo TRT Worldê da destnîşan kir ku ji bo wan rûmet e ku Baykarê ew weke hevkarê stratejîk hilbijartin û got, "Me Baykar hilbijart, Baykarê jî em hilbijartin. Baykar şirketeke serkeftî ye, muhtemelen baştirîna cîhanê ye. Em hewqasî pabendê vê şirîkatiyê ne ku me di dîroka şirketa xwe da cara yekê bi fîrmeyeke din ra bi şirîkatî stand vekir. Ev fîrma jî Baykar e."

Pontecorvo diyar kir ku hêviya wan ew e ku di warê droneyan da bibin lîderê cîhanê û wiha pê da çû:

"Pişt ra em ê xwe hê bêtir bipêş bixin. Emê bi hev ra pêşvebirina berhemeke bêhempa bikin. Di vê serdemê da teknolojî temînata serkeftinê ye. Emê bigihijin asta herî jorîn a teknolojiyê. Him di bazara Ewropayê û him jî ya cîhanê da ewê berhemeke me ya qanîker hebe. Em weke Leonardo jixwe bi gelek şirketan ra dixebitin. Ji bo me rûmet e ku Baykarê em weke hevkarê stratejîk hilbijartin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın