Qeyda ziyaretvanan a ji bo TEKNOFEST Stenbolê dest pê kir

Istanbul
Qeyda ziyaretvanan a ji bo TEKNOFEST Stenbolê ya ku wê di navbera 17-21ê Îlonê da hezkiriyên teknolojiyê bîne cem hev, dest pê kir.
Li gorî daxuyaniya TEKNOFESTê, mîhrîcana hewagerî, feza û teknolojiyê ya herî mezin a dinyayê wê di navbera 17-21ê Îlonê da li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê bê lidarxistin.
Mihrîcan îsal ewil li Komara Tirkan a Qibrisa Bakur (KKTC) hat lidarxistin.
Mihrîcanê paşê bi TEKNOFEST Welatê Şîn a ku mîrata behrewaniyê ya bi tekbolojiya xwemalî û neteweyî hatiye avakirin va 175 hezar ziyaretvan ezimand.
Di mihrîcana ku wê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê bê lidarxistin da pêşbirkên teknolojiyê, xwepêşandanên hewayê, konser, atolye û çalakiyên din bên lidarxistin, ji tîmên ku di pêşbirkan da bi serketine ra ji 65 milyon lireyî zêdetir xelat wê bê dayîn.
Beşdariya TEKNOFESTê bêpere ye, lê divê ziyaretvan li ser înternetê qeyda xwe çêbikin û biletên xwe amade bikin.
Ji bo zarokên ku ji 7 salî biçûktir in çêkirina qeydê ne mecburî ye.
Ziyareta mêvanan wê di navbera saet 09.00-18.00î da çêbibe.
Kesên ku bixwazin der barê TEKNOFEST Stenbolê da agahiyên zêdetir hildin û qeyda xwe bikin dikarin malpera înternetê "www.teknofest.org"ê binihêrin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.