Zanist û teknolojî

Modêla nû ya Toggê dê di 15ê Îlonê da li Tirkiyeyê û di 29ê Îlonê da jî li Almanyayê ji bo pêş sîparîşan vebe

- Li Almanyayê tevî modêla nû ya Toggê T10Fê, pêş sîparîşên modêla T10X dê bên wergirtin

Uğur Aslanhan  | 09.09.2025 - Rojanekırın : 10.09.2025
Modêla nû ya Toggê dê di 15ê Îlonê da li Tirkiyeyê û di 29ê Îlonê da jî li Almanyayê ji bo pêş sîparîşan vebe

Schleswig-Holstein

Hat ragihandin ku Modêla nû ya Toggê dê di 15ê Îlonê da li Tirkiyeyê û di 29ê Îlonê da jî li Almanyayê ji bo pêş sîparîşan vebe.

IAA Mobility 2025 ku dê hilberînerên otomobîlan, şîrketên teknolojiyê, startup û pêşengên qada veguhestina domdariyê bivicîne û her wiha îro, roja danasîna wê ya çapemeniyê ye, dê sibê li Munîhê deriyên xwe li ziyaretvanan veke.

Di fuara ku tê da hemû şîrketên otomotîvê yên sereke yên dinyayê beşdar in, Toggê jî cihê xwe wergirt.

TOGGê ragihand ku ew bi modêlên xwe yên ceyranê yên T10X û T10Fê va ket bazara Almanyayê.

Hat eşkerekirin ku herdu modêlên Toggê T10X û T10F ji hemû testên bernameya serbixwe Euro NCAPê ku ewlehiya otomobîlên li bazara Ewropayê dinirxîne, 5 stêrk wergirtin ku asta herî bilind e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın