Ji bo Bayraktar KIZILELMAyê mertalê elektronîk
Ankara
Bayraktar KIZILELMAya Balafira Cengê ya bê Firokevan, ji bo ku di dema erka xwe da mertalê hêzê jê ra çêbibe, karîna elektronîk a cengê lê hat zêdekirin.
Li gorî daxuyaniya ASELSANê, ASELSAN FEWS-U Sûîta Cengê ya Elektronîk, ji bo bicihkirina erkê hat amadekirin û bi Bayraktar KIZILELMAya ku ji aliyê Baykarê va hat çêkirin, hat entegrekirin û ceribandina xwe ya firîna yekem bi serkeftî temam kir.
Tê gotin ku FEWS-U xwedî şiyanên wekî "Lênerîna 360 pile", "tesbîtkirina arasteya gefê bi rastbûneke bilind" û "tesbîtkirin û teşxîsa bilez a gefê" ye.
Pergala Xweparastinê ya Cenga Elektronîkî ya FEWS-Uyê ji bo zêdekirina şiyana mayînde û bandora operasyonê ya wesayîtên asîmanî yên bêfirokevan di qada cenga asîmanî da, hate pêşxistin.
FEWS-Uya ku li gorî hewcedarî û sînordarkirinên platformên bêfirokevan hatiye adaptekirin, wekî pergaleke yekgirtî tevdigere ku gefên radarê yên ku balafirê hedef digirin tesbît û destnîşan dike û li dijî van gefan tedbîrên dijber pêk tîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
