Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn "IDEF 2025" dest pê kir

Istanbul
Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) dest pê kir.
Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) bi mazuvaniya Wezareta Parastina Neteweyî û bi piştgiriya Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê tê lidarxistin.
Weqfa Xurtkirina Hêzên Çekdar ên Tirk rêvebir û berpirsyarê fuarê ye û KFA Fuarcilik AŞ jî organîzasyona wê dike.
Fuar li Navenda Fuarê ya Stenbolê (ÎFM) tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî Hevkarê Ragihandinê yê Cîhanî ye.
Îsal ji 33 welatan wezîr û ji 120 alîkarên wezîran, sererkan û fermandarên hêzan yên wek serokên heyetan wê beşdarî vê çalakiyê bibin.
Ji 44 welatan beşdar wê stantan vekin û ji 400î zêdetir şirketên navneteweyî jî wê ber û berhemên xwe pêşkêş bikin.
Ji bilî cihê sereke Navenda Fuarê ya Stenbolê, li Balafirgeha Ataturkê, Atakoy Marînayê û Navenda Kongreyê WOWê jî bi tevahî 4 cihan çalakî wê çêbibin.
Her du rojên dawîn ên IDEF 2025an jî wê ji bo gel be û fuar wê di 27ê Tîrmehê da dawî bibe.