ERENa muhimata nû ya Tirkiyeyê cara ewil derket ser dika dinyayê
ROKETSANê ERENa muhimata beza û pir armanc a di kurtedemekê da anî ber qonaxa hilberîna serî, li dervayî welêt cara ewil li di fuara WDS 2026 a li Erebistana Siûdî da nasandin
Ankara
ERENa muhimata beza û pir armanc a ji berhemên pîşesaziya parastinê ya Tirk cara ewil li dervayî welêt hat nasandin.
ROKETSANa hilberînera serkêş a pergalên muhimat, roket û fuzeyên pîşesaziya parastina Tirk, bi berhemên cuda di fuara World Defense Show (WDS) 2026ê da ya li Riyada paytextê Erebistana Siûdî hat lidarxistin, cih girt.
ROKETSANê her wiha di fuarê da ERENa muhimata beza û pir armanc li dervayî welêt cara ewil da nasandin.
ROKETSANê muhimata ERENê di maweyeke ji salekê kêmtir da sêwirand û derxist ber hilberînê û herî dawî jî bi Bayraktar AKINCIyê testa agirkirina wê hat kirin û armanc ew e ku muhimata EREN îsal bikeve ber hilberîna serî.
Bi vê va jî armanc ew e ku muhimata ERENê, Hêzên Çekdarên Tirk di serî da dê welatên dost û bira xurttir bike.
Ji platformên wekî drona çekdar, helîkopter, wesayîtên bejayî, pergalên li ser beja û behrê agirkirina ERENê pêkan e û menzila wê di ser 100 kîlometreyî da ye û ev jî tê maneya bersiva pêdiviyeke mezin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
