Ekîpmanên Qubeya Pola li TEKNOFESTê tên pêşandin

Istanbul
Ekîpmanên Qubeya Pola ya pergala parastina esmanî ya Tirkiyeyê, li qada TEKNOFESTê tên pêşandin.
TEKNOFESTa ku li dinyayê mihrîcana herî mezin a hewagerî, feza û teknolojiyê ye, bi pêşengiya Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknoljiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yan) li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê Şirîkê wê yê Ragihandina Global e.
Di çarçoveya mihrîcanê da ekîpmanên Qubeya Pola hatin pêşandin û ev ekîpman rastî eleqeyê tên. ASELSAN, ROKETSAN û TUBÎTAK SAGE di serî da ev ekîpman bi destê şirketên sereke yên sanayiya parastina Tirkiyeyê hatin çêkirin.
Li qadê HÎSARa pergala parastina esmanî, TURAN 100 BR-OM, EJDERHAya pergala dije-ÎHAyê ya nifşa nû, KORKUTa pergala parastina esmanî û AKREPa pergala radarê tê pêşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.