Zanist û teknolojî

Baykar û Leonardoyê ji bo şirîkatiya teknolojiyên bêmirov peyman îmze kir

Barış Seçkin  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 11.03.2025
Baykar û Leonardoyê ji bo şirîkatiya teknolojiyên bêmirov peyman îmze kir

Roma

 Ji hilberînerên sereke yên wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên Tirkiyeyê Baykar û Leonardoya Îtalyan ku li Ewropayê ji fîrmaya parastinê yên herî mezin yek e, ji bo şirîkatiya teknolojiyên bêmirov peyman îmze kir.

Li navenda giştî ya Leonardoyê ku li Romaya paytextê Îtalyayê ye, Rêvebirê Payebilind ê Leonardoyê (CEO) Roberto Cingolani û Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Baykarê Selçuk Bayraktar û Midûrê Giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar ji bo şirîkatiya teknolojiyên bêmirov peyman îmze kir.

Cingolani, Selçuk Bayraktar û Haluk Bayraktar paşê li Komeleya Çapemeniyê ya Biyanî ya Romayê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Cingolani di civînê da got, "Îro rojeke pir girîng e. Em bi Baykarê ra zebta mitabaqatê îmze dikin. Me û hevkarên xwe yên ji Baykarê biryarên girîng dan."

Selçuk Bayraktar jî destnîşan kir ku her du şirket hev du temam dikin û wiha dewam kir, "Em dikarin bi hev ra pergalên herî baş çêkin. Em spasdar in ku tevkariya me kirin. Em ji bo vê rêhevaltiyê kêfxweş in."

Bi şirîkatiya her du şirketan li Tirkiye û Îtalyayê wê hilberîn were kirin. Baykar û Leonardo hêvî dikin ku li Ewropayê di nava 10 salên din da bazara wesayîtên esmanî yên bêfirokevan derkeve 100 milyar dolarî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.