XETA SOR YA MISILMANAN QUDS

Teşkîlata Tevkariya Îslamê plana qaşo aştiyê ya Trump bi temamî red kir

Teşkîlata Tevkariya Îslamê (TTÎ) daxuyand ku ew plana qaşo aştiyê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi temamî red dikin.

İbrahim Atmaca  | 03.02.2020 - Rojanekırın : 04.02.2020
Teşkîlata Tevkariya Îslamê plana qaşo aştiyê ya Trump bi temamî red kir

Istanbul

 Teşkîlata Tevkariya Îslamê (TTÎ) daxuyand ku ew plana qaşo aştiyê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi temamî red dikin.

Wezareta Karên Derva ya Filistînê daxuyaniya nivîskî da û cih da gotina Wezîrê Karên Derva Riyad el-Malikî ya wekî "TTIyê plana qaşo aştiyê ya Trump bi temamî red kir."

TTÎ li navenda giştî ya Cîddeya bajarê Erebistana Siûdî ji bo ku li ser plana qaşo aştiyê ya Trump hevdîtinê bike, civîna wezîrên karên derva kir.

- Plana qaşo aştiyê ya Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu 28ê rêbendanê roja sêşemê di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî da bi yekalî plana qaşo aştiyê ya Rojhilata Navîn ji raya giştî ra eşkere kiribûn.

Di plana qaşo aştiyê da Trump got ku Quds wê wek paytexta "perçenebûyî" ya Îsraîlê bê qebûlkirin û îdia kiribû ku plan ji bo dewleta Filistînê û Filistîniyan "şansê dawîn" e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.