Netanyahu "mijara îlhaqkirina erdê Filistînê" taloqî piştî hilbijartinan kir
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu "mijara îlhaqkirina cih û warên Cihû li Şerîeya Rojava bi cih bûne, Geliyê Urdinê û bakurê Behra Mirî" taloqî piştî hilbijartinên ku tê plankirin dê 2yê adarê bên kirin.
Istanbul
Li gorî nûçeya malpera Rojnameya Haaretzê, Netanyahu di axaftina xwe ya li herêma Beyt Şemes a nêzîkî Qudsa dagirkirî da wiha got, "Em ê destûrê nedin ku firsendeke bi vî rengî (îlhaqkirina cih û warên Cihû lê bi cih bûne û Geliyê Urdinê) ji destê me derkeve. Me ev yek anî rojevê û em ê vê yekê bikin. Îja ji bo vê yekê û ji bo ewlehiya sînorên me û siberoja me, divê hemû endamên Likudê di hilbijartinan da dengê xwe bidin."
Di nûçeyê da hat balkişandin ku gotinên dawîn ên Netanyahu bi daxuyaniyên wî yên berê û yên berpirsên Likudê yên "herêmên navborî dê berî hilbijartinê bên îlhaqkirin", ji hevdu nagirin.
Hat îdiakirin zava û şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner pêncşema borî jî Îsraîlê xwest ku mijara îlhaqê taloqî piştî hilbijartinan bike û lewma jî Netanyahu biryareke bi vî rengî wergirt.