Li Diyarbekirê mitînga berteka dijî plana qaşo aşitiyê ya Trump
Wekîlserokê Giştiyê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, "Mizgefta Eqsayê yekemîn qubleya Misulmanan e. Quds piştî Heremeyna Şerîfeyn, wate Mekke û Medînê sêyemîn herema Îslamê ye."

Diyarbakir
Li Diyarbekirê plana qaşo aşitiyê ya Serokê DYAyê Donald Trump hat protestokirin.
Ji aliyê Weqfa Dildarên Pêxember û Civaka Mustezafan ve li Qada Îstasyonê bi mijara "Quds a me ye" mitîng hat lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên beşdarên mitîngê bertek nîşanî plana qaşo aşitiyê dan.
Di çalakiya ku tê de tekbîr dihatin dayîn, diruşmên weke "Bimire Amerîka, Bimire Îsraîl" hatin xwendin.
Di mitîngê de ji qurbaniyê erdheja Elezîzê, yên karesata aşîtê ya Wanê û yên qezaya balafirê ya Stenbolê, due hatin kirin.
Mitîng bi tîlaweta Qurana Pîroz ji aliyê hafiz Omer Akgul ve destpê kir.
Di çalakiyê de qesîde û kilamên derbarê Qudsê hatin xwedin.
Wekîlserokê Giştiyê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di axaftina xwe ya di mitîngê de anî ziman ku "plana şer" a ku DYAyê ragihand nayê qebûlkirin.
Yapicioglu herwiha îfade kir ku Ummeta Îslamê li ser doza Qudsê dîsan civiya û got, "Mizgefta Eqsayê yekemîn qubleya Misulmanan e. Quds piştî Heremeyna Şerîfeyn, wate Mekke û Medînê sêyemîn herema Îslamê ye û bajarekî wisa ye ku em amade ne di rêya wê de her cure berdêlî bidin. Serokê Amerîkayê plana xwe ya xiyanetê ragihand. Bi wê ragihandinê gef li Filistîniyan di esil de li hemî Misulmanan, xwend ku ew şansê wan ên dawîn e. Di kûr de pilana rûxandina Mizgefta Eqsayê dikin. Ev plan plana dagîrkirin û tunekirina Filistînê ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.