XETA SOR YA MISILMANAN QUDS

Ji Amerîkayê bo plana qaşo aştiyê ya Rojhilata navîn peyama "derî li guherînan vekiriye"

Craft:"Ev plan planeke 'li gor hesabê te tê û yan jî divê bi ya min be' nîne û li ser kevir jî nehatiye nivîsandin. Berevajiyê vê ev ji bo destpêka lihevrûniştinê merheleya dest pêkirinê û pêşniyaza derî vekirinê ye ya girtinê nîne."

Abdullah Tel  | 12.02.2020 - Rojanekırın : 13.02.2020
Ji Amerîkayê bo plana qaşo aştiyê ya Rojhilata navîn peyama "derî li guherînan vekiriye"

New York

 Nunera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Kelly Craftê ji bo plana aştiyê ya rêveberiya Donald Trump got ku ew "merheleya destpêkirinê ye û li serê guherîn dikarin bên kirin" xwest ku bila ev yek bê dîtin.

Craftê di rûniştina Konseya Ewlehiya NYê da axivî û plana qaşo aştiyê ya rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistînê da eşkere kiribû, parast.

Di axaftina xwe da Craftê îdia kir ku ev plan ji bo Filistîniyan planeke "nuwaze, rastbîn û sepandina wê mimkûne" û wiha pê da çû: "Ev plan planeke 'li gor hesabê te tê û yan jî gele bi ya min be' nîne û li ser kevir jî nehatiye nivîsandin. Berevajiyê vê ev ji bo destpêka lihevrûniştinê merheleya dest pêkirinê û pêşniyaza derî vekirinê ye ya girtinê nîne."

Nunerê Daîmî yê NYê yê Îsraîlê Danny Danon jî diyar kir "Filistînê bi plana berê ya ev 70 sale bi ser nakeve, girtiye" û xwest ku ji bo pêşniyaza rêveberiya Trump divê fersendek bê dayîn.

Danon got ku heta Serokê Dewleta Filistînê Mehmud Ebbas li ser wezifeyê be wê di mijara pêvajoya aştiyê da tu pêşveçûn pêk neyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.