XETA SOR YA MISILMANAN QUDS

Berdevkê Serokatiya Dewleta Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyne: "Hemû dinya nexşeya Filistînê dizane"

Berdevkê Serokatiya Dewleta Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyne ragihand, hemû dinya nexşeya Filistînê dizane û qebûl dike.

İbrahim Atmaca  | 09.02.2020 - Rojanekırın : 10.02.2020
Berdevkê Serokatiya Dewleta Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyne: "Hemû dinya nexşeya Filistînê dizane"

Ramallah

Rûdeyne bersiv da gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên "Ew ji bo ku hin deverên Şerîeya Rojava tevî axa xwe bikin, xebatên nexşeyê dikin".

Rûdeyne wiha got: "Nexşeya dewletê li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî nexşeya ku dinyayê qebûl kiriye ye."

Rûdeyne destnîşan kir, nexşeya ku sînorê wê yê 4ê hezîrana 1967an e, ya dewleteke ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e û wiha dewam kir, "Ji bilî vê nexşeyê em bi tu awayî bi kesî ra nakevin nav têkiliyê."

Ebû Rûdeyne destnîşan kir, nexşeya ku wê li herêmê û dinyayê îstiqrarê bi cih bike, ev nexşe ye.

Netanyahu li Qudsa Rojhilatê li herêmeke niştewar a nemeşrû axivûbû û gotibû ku li gor plana Trump, ew xebata nexşeya axên ku wê bibin perçeyeke Îsraîlê dikin û ev beta wê di nav çend hefteyan da biqede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın