XETA SOR YA MISILMANAN QUDS

"Belgeya ku Amerîkayê (li ser Filistînê) ragihand ne aştî, lê plana ilhaqê ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Belgeya ku Amerîkayê (li ser Filistînê) ragihand ne aştî, lê plana ilhaqê ye."

Önder Beyter  | 03.02.2020 - Rojanekırın : 04.02.2020
"Belgeya ku Amerîkayê (li ser Filistînê) ragihand ne aştî, lê plana ilhaqê ye"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Belgeya ku Amerîkayê (li ser Filistînê) ragihand ne aştî, lê plana ilhaqê ye."

Çavuşoglu: "Plana li pêş me belgeya firotinê ye ku bi devê Amerîkayê daxwazên maksîmalîst ên Îsraîlê tê da hene."

Çavuşoglu: "Kesên ku ji derva va piştgiriyê didin biryarên Filistînê, lê li dijî biryaran tevdigerin hene. Ne Xwedê ne omet bêpirensibiyê efû dike. Nikarin li herdu dinyayan jî hesab bidin." 

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê 4 eskerên ku li Îdlibê şehîd bûn da ragihand ku xwîna wan dê li erdê nemîne.

Wezîr Çavuşoglu di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Ez ji Xwedê ji bo eskerên me yên ku şehîd ketin rehmetê, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim. Xwîna şehîdên me li erdê nema, dê nemîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.