Zarokên Sêrtî yên di qada voleybolê ya bi laskîtan çêkiribûn da dilîstin beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bûn
Siirt
Li Sêrtê zarokên ku bi lastîkên wesayîtan va ji xwe ra qada voleybolê çêkiribûn û bi vê tevgera xwe va hatibûn rojevê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bûn.
Nursen Oysala kaptana Tîma Taxa Afetevlerê û hevalên wê li tesîsa ku bi piştgiriya Wezîrê Werziş û Civaniyê Muharrem Kasapoglu ji bo wan hatibû çêkirin deng dan wêneyên AAyê.
Oysal û hevalên wê di kategoriya werzişê da wêneyê Fecrî Balik ya bi navê "Ji lastîkan qada voleybolê", di qada nûçeyê da wêneyê Ozkan Bîlgîn ya bi navê "Li Wanê felaketa şepeyê", di kategoriya jiyanê da jî wêneyê Muhammed Saîd ya bi navê "Meryama nexweşiya Pemfîhusê pê ra heye" hilbijartin.
Oysalê got dema wan di pêşbirka wêneyan da wêneyên xwe dîtiye ew kêfxweş bûye û wiha axivî: "Ez bi xwe serbilind bûn. Tiştekî pir xweş e. Em jî beşdarî dengdayînê bûn. Em pir şa bûn."
Kenan Sarcan û Firat Oysal jî got ew spasiya kesên vê wêneyê hildibêjêrin dikin û ew dixwazin di pêşbirkê da wêneyê wan bibe yekemîn.