Xeberên saziyî

Xebatkarê Ajansa Anadoluyê Zafer Veysel ji ber Kovîd-19ê wefat kir

Türkan Tosun  | 30.03.2021 - Rojanekırın : 30.03.2021
Xebatkarê Ajansa Anadoluyê Zafer Veysel ji ber Kovîd-19ê wefat kir

Üsküp

 Zafer Veyselê ku di Xebatkarê beşa Web ITyê ya Edîtoriya Nûçeyên Albanî û Makedonî ya Ajansa Anadoluyê (AA) Zafer Veysel ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wefat kir.

Zafer Veyselê di 24ê Tebaxa 1986an da li Stenbolê hat dinyayê welatiyê Makedonyaya Bakur bû.

Veysel ji sala 2015an vir va li AAyê di beşa Web ITyê ya Edîtoriya Nûçeyên Albanî û Makedonî da dixebitî.

Veysel di avakirina binesaziya teknîkê ya navenda weşanê ya Edîtoriya Nûçeyên Albanî û Makedonî ya AAyê da xebat kiribûn.

AAyê sersaxî da malbat û eqrebayên wî.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun ji bo wefata nûçegihanê AAyê Zafer Veysel sersaxî da

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ji bo wefata Zafer Veyselê nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) sersaxî da.

Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ez bi xemgînî hîn bûm ku xebatkarê beşa Edîtoriya Nûçeyên Albanî û Makedonî yê AAyê Zafer Veysel wefat kiriye. Ez sersaxiyê didim malbat û hezkiriyên birayê me yê Zafer, rêvebirî û xebatkarên AAyê. Cihê wî cinet be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın