ANKARA
Anadolu Agencyê di ajansa belavkirina wêneyan a bi navê AFPyê de di Imageforumê de wêneya xwe ya sed hezaremîn weşand.
Anadolu Agencyê di meha adarê de bi ajansa belavkirina wêneyan AFPyê ve peymanek çêkir. Ji wir pê ve vê heftê di Îmageforumê de wêneya xwe ya sed hezaremîn weşand. Wêneyên AAyê ji ser AFP Îmageforumê digîhîje hemû Ewrupayê.
Ji hêla din ji îlona 2013an vir ve AAyê bi rêya hevkarê xwe yê girîng ê din Gettu Imagesê ve jî ji 80 hezarî zêdetir wêne daye weşandin û ev hejmar her roj zêde dibe.
AAyê di sala 2013an de ewil bi AFP Imageforumê ve û pişt re jî bi Getty Imagê re peymanek çêkir û bi vî awayî wêneyên xwe digihîne hemû medyaya dinyayê. Peymana bi ajansên bijarte yên wêneyan wek DPA, Scanpîx (TT News) û VI Imagesê ve jî belavkirina wêneyan zêdetir bû û pêş ve çû.
AAyê di sala 2010an de rojê 500 wêne diweşand, lê di sala 2014an de ev hejmar gihîşt 1700 wêneyan.
Bi 2 milyonî zêdetir wêneyan ve AA xwedî arşîva herî mezin a Tirkiyeyê ye. AA fîlmên negatîf ên wêneyên berê jî ji nû ve davêje arşîva xwe.
Ji hêla din AAyê dest bi amadehiya pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî kir. Bendê ne ku nûçegihanên wêneyan bi wêneyên xwe ve beşdarî pêşbirka bi navê "Istanbul Photo Awards" bibin. Edîtorên navdar, weşanger û nûçegihanên wêneyan a ku ji juriyeke navneteweyî pêk tê, dê wêneyên herî baş hilbijêrin. Encam dê 15ê adara 2015an de diyar bibe û xelat jî dê di nîsana 2015an de li Stenbolê bi merasîmekê ve bên dayîn.