Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekîn: Li dibistanan ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye
Ankara
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn got: "Li dibistanan ûsuleke wiha tune, ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye. Em kesên ku ji bo vê zorê didin malbatan hem devkî û hem jî bi huqûqê hişyar dikin."
Tekîn bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
- "Li dibistanan ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye"
Wezîr Tekîn behsa pereyê ku ji bo qeydkirina xwendekaran tê stendin kir û wiha got: "Li dibistanan ûsuleke wiha tune, ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye. Em kesên ku ji bo vê zorê didin malbatan hem devkî û hem jî bi huqûqê hişyar dikin."
Der barê zêdekirina biyayê serwîs û xwarinê ya dibistanên taybet da jî Tekîn wiha axivî: "Em bi dibistanên taybet şêwirîn û me soz hilda ku di bihayên serwîs û xwarinê da ew ê zemeke ku raya giştî aciz bike, nekin."
Tekîn daxuyand xwendekar beriya ku bikevin dersê wê telefonên xwe yên bêrikê teslîm bikin, mamoste jî ji bo ku nebin mînakên nebaş ew ê jî bi telefonê nekevin polê.
Wezîr Tekîn behsa wezîfedarkirina mamosteyên nû kir û wiha got: "Di dawiya cotmehê da em ê wezîfedarkirina mamosteyan ya li gor beşan îlan bikin, di destpêka sala perwerde û hîndekariyê ya biharê da emê hevalên nû li ser malbata xwe zêde bikin."
Tekîn wiha dewam kir: "Me ji bo hemû qursên perwerdeyê yên taybet bi QR kodê pênasekirina nasnameyê çêkiriye û welî bi vê kodê dikarin bi rehetî îzna wan bibînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
