Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekîn: Li dibistanan ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye

Ankara
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekîn: "Em bi dibistanên taybet şêwirîn û me soz hilda ku di bihayên serwîs û xwarinê da ew ê zemeke ku raya giştî aciz bike, nekin."
Wezîr Tekîn daxuyand xwendekar beriya ku bikevin dersê wê telefonên xwe yên bêrikê teslîm bikin, mamoste jî ji bo ku nebin mînakên nebaş ew ê jî bi telefonê nekevin polê.
"(Li dibistanan) Ûsuleke wiha tune, ne bihayê qeydkirinê û ne jî bexşa mecburî heye. Em kesên ku ji bo vê zorê didin malbatan hem devkî û hem jî bi huqûqê hişyar dikin"
"Di dawiya cotmehê da em ê wezîfedarkirina mamosteyan ya li gor beşan di destpêka sala perwerde û hîndekariyê ya biharê da îlan bikin."
"Me ji bo hemû qursên perwerdeyê yên taybet bi QR kodê pênasekirina nasnameyê çêkiriye û welî dikarin bi vê kodê rehetî îzna wan bibînin."
"Em di mijara berdewamkirina dibistanê û dubarekirina polan da biryardar in. Gorî me ev zirarê didin pêvajoya perwerdeyê. Rêziknameya me li ber weşandinê ye."
"(Herêma erdhejê) Hin dibistanên ku me zexim û temîr kirine, hene. Me 48 hezar pol jî kontrol kirin û ji bo perwerdeyê amade kirin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekîn ragihand ku ji bo mamosteyên li herêma erdhejê lê bimînin bi hevkariya Wezareta Karên Navxweyî û AFADê 11 hezar konteyner hazir kirine.
"Zanistîbûna pirtûkên me yên dersê û yên li piyaseyê bi hev ra nabe bê qiyaskirin. Ji hêla çapê va ji piraniya pirtûkên li piyaseyê çêtir in."