Xeberên saziyî

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer: "Wê qederê 411 hezar mamoste ji 3 hezar û 600 nîşaneya zêdebar îstifade bikin"

Mümin Altaş  | 07.06.2022 - Rojanekırın : 08.06.2022
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer: "Wê qederê 411 hezar mamoste ji 3 hezar û 600 nîşaneya zêdebar îstifade bikin"

Ankara

 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer der heqê 3 hezar û 600 nîşaneya zêdebar ya mamsoteyan da wiha got, "60 hezar mamoste ji vî heqî îstifade dikin. Wê qederê 411 hezar mamosteyên teqawidbûyî hema hema 470 hezar mamoste jê îstifade bikin."

Ozer li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer got ku di ezmûna LGSyê da tu pirs nehatine betalkirin.

Ozer li ser pirsa der barê xwendekarên ku hin rojan nehatine dibistanê da wiha got, "Bira fikara xwendekarên me çênebe, em ê xwendekarên xwe yên pola 12emîn ji ber rojên ku nehatine dibistanê di polê da nehêlin."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer der heqê tayînkirina mamosteyên nû da wiha axivî, "Gava amadehî temam bibin wê serokomarê me tayîna mamosteyan eşkere bike. Em ê mamosteyên bên tayînkirin bigihînin heyama 2022-2023yan."

Ozer li ser pirsa der heqê 3 hezar û 600 nîşaneya zêdebar ya mamsoteyan da wiha axivî, "60 hezar mamoste ji vî heqî îstifade dikin. Wê qederê 411 hezar mamosteyên teqawidbûyî hema hema 470 hezar mamoste jê îstifade bikin."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer got ku heyama perwerde û hînbûnê ya sala 2022-2023yan wê di 12ê Îlona 2022yan da dest pê bike û di 16ê Hezîrana 2023yan da biqede û wiha pê da çû, "Di heyama perwerdeyê ya sala 2022-2023yan da em betlaneya nava salê di navbera 23yê Çileyê û 3yê Sibata 2023yan da plan dikin. Di heyama perwerdeyê ya 2022-2023yan da em ê di 14-18ê Mijdara 2022yan da betlaneya ewil û di 17-20ê Nîsana 2023yan da betlaneya duyemîn ya di nava salê da bikin.

Ozer li ser pirsa der barê bihayên dibistanên taybet da wiha got, "Gorî kêfa xwe nikarin zêde bikin. Em hemû şikayetên welîyan dinirxînin û midaxeleyên hewce dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.