Wezîrê Karên Navxweyî Soylu beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Soylu li wêneyên ku wênekêş û nûçegihanên AAyê li nav û dervayê welêt kişandine mêze kir û deng da.
Soylu di kategoriya xeberan da wêneyê Aytaç Unal a "pîlota ewil a jin a firokeya tearûzê" û wêneya Mahmut Serdar Alakuş a "Cegerên me şewitîn" a li Marmarîsa Muglayê şewata daristanê neqand.
Di kategoriya jiyanê da wêneya Îsa Terlî ya "Stenbol û hîv" û wêneya Dogukan Keskînkiliç a "Xweşikiya Heyva Panzdehrojî" neqand. Soylu di heman kategoriyê da wêneya Îzzet Mazî ya "Emanetê kurê wan Başoke" neqand.
Soylu di kategoriya sporê da wêneya Siraç Karadenîz a bi sernavê "Kaşûnvanên herêmî", wêneya Şebnem Coşkunê ya ku Şahîka Encumena noqav seba penceşêra pêsîran bi jinên nexweş ra noqî binê avê bûye û wêneya Mustafa Çîftçî ya bi sernava "Kêfa min li şûnê ye" neqand.
Soylu paşê ji nûçegihanê Aayê ra got ku wî wêne pir ecibandin û nûçegihanên wêneyan pîroz kirin.