Xeberên saziyî

Wekîlserokê Koma AK Partiyê Turan serdana AAyê kir

Wekîlserokê Koma Ak Partiyê Bulent Turan serdana Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci kir.

Ahmet Aydın  | 03.10.2019 - Rojanekırın : 04.10.2019
Wekîlserokê Koma AK Partiyê Turan serdana AAyê kir

Ankara

Wekîlserokê Koma AK Partiyê Bulent Turan got, "Em dixwazin xebatên qanûnê bi piştevaniya hemî partiyan di çarçoveya lihevhatinê de bên meşandin. Em gelekî giringiyê didin ku bi piştevaniya teveka perlementeran û di nava konsensusê de qanûn bêne lijneya giştî. Di vî warî de me weke partiyê hertim giringî da şêwra digel partiyên din û em hertim vekirî bûn. Emê di vê sala qanûndanînê de jî heman helwestê bajon."

Turan li meqamê wî serdana Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci kir û bibîr xist ku sala sêyem a qanûndanînê ya serdema 27emîn destpêkiriye û destnîşan kir ku dixwazin xebatên qanûnê bi piştevaniya hemî partiyan di çarçoveya lihevhatinê de bên meşandin.

Turan destnîşan kir ku yek ji maddeyên rojeva meclisê yên berahî Belgeya Stratêjiya Reforma Darazê ye digel Qanûna Gumrukê.

Turan wiha got, "Em dixwazin xebatên qanûnê bi piştevaniya hemî partiyan di çarçoveya lihevhatinê de bên meşandin. Em gelekî giringiyê didin ku bi piştevaniya teveka perlementeran û di nava konsensusê de qanûn bêne lijneya giştî. Di vî warî de me weke partiyê hertim giringî da şêwra digel partiyên din û em hertim vekirî bûn. Emê di vê sala qanûndanînê de jî heman helwestê bajon."

Rêveberê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci jî hêviyên xwe yên xêrê ji bo sala nû ya qanûndanînê anîn ziman û destnîşan kir ku dê Ajansa Anadolu bi vîzyona xwe ya nûçegeriya rast û bêalî, dê ragihandina xebatên şopandina meclisê bidomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.