Waliyê Mûşê Avnî Çakir beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû
Muş
Waliyê Mûşê Avnî Çakir beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Walî Çakir di pêşbirka ku bi sponseriya lifebox, AJet û Roketsanê tê lidarxistin da 112 fotografên di 6 kategoriyan da ku ji hêla fotonûçegihan û nûçegihanên AAyê va hatine kişandin û di sala 2025an da li rojeva Tirkiye û cîhanê deng vedan, nirxandin.
Çakirê ku di kategoriya "Birçîbûn: Xeze"yê da dengê xwe da "Xezeyiyên ku Îsraîl ew neçarî birçîbûnê kirine, li xala alîkariyê qerebalixî çêkirin" yê Alî Jadallah hilbijart, di kategoriya "Portre"yê da jî dengê xwe da "Edaleta bi hesp" yê Ozkan Bilgin.
Çakirê ku di kategoriya "Nûçe"yê da fotografê "Mirov û Bombe" yê Ashraf Amra hilbijart, di kategoriya "Werziş"ê da dengê xwe da fotografê "Zimanê Stadan" yê Bunyamîn Çelik, di kategoriya "Jiyana Siruştî û Jîngeh"ê da dengê xwe da wêneya "Bi Înada Heyva Çardeşevî" yê Ozkan Bilgin, di kategoriya "Jiyana Rojane" da dengê xwe da fotografê "Kêfa Malbatê" yê Muhammed Enes Yildirim.
Çakirê ku li fotografên ji bo dengdanê hatine pêşkêşkirin, temaşe dikir, diyar kir ku di hilbijartinê da zehmetî kişandiye.
Çakır spasiya ekîbên AAyê kir û wiha got:
"Bi taybetî dema ku min wêneyên bi awayekî profesyonel hatine kişandin dîtin ku êş û hêsirên li Xezeyê bi zelalî nîşan didin, ji axaftinê wêdetir, bandorekê kûr li ser mirovan dikin, trajêdî û hêsirên li wir bi zelalî vedibêjin. Dema min li wan temaşe kir dilê min êşiya, min dît ku wênekêşan erkên xwe çiqas bi serkeftî pêk anîne û trajêdiya li wir çiqasî bi serkeftî ji cîhanê ra vegotine. Bi vî awayî, min hewl da ku wêneyên ku min herî zêde jê hez dikirin hilbijêrim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
