Xeberên saziyî

Turker Oksuzê Waliyê Qersê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Haydar Şahin  | 06.12.2019 - Rojanekırın : 07.12.2019
Turker Oksuzê Waliyê Qersê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Kars

Turker Oksuzê Waliyê Qersê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) tê lidarxistin bû. 

Oksuz qasî demekê li wêneyên nûçegihan û wênekêşên AAyê li derva û nav welêt kişandine mêze kir û paşê wêne hilbijart.

Okuz di kategoriya xeberan da wêneya Behçet Alkan a bi navê "Mehmetçikan rûyê zarokan geş û guleş kir", di kategoriya jiyanê da wêneya Alî Atmaca ya bi navê "Havîn-Zivistan", di kategoriya sporê da wêneya Mustafa Yalçin a bi navê "Ji werzişvanên neteweyî selama eskeran" bijart.

Oksuz diyar kir ku hemû wêne ji hev baştir in û wiha axivî: "Hemû wêne bi mene ne, bi taybetî ya werzişvanên neteweyî selam eskeran dan eskerên beşdarî Herekata Kaniya Aştiyê zehf bi mene ye. Ew peyam bû ku dan eskerên me yên li wê derê. Ji bo vê min dengê xwe da vê wêneyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın