Xeberên saziyî

Taksîvanên Mûşî beşdarî Dengdayîna "Wêneyên Salê" bûn

Taksîvanên Mûşî beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.

Fatih Gazioğlu  | 10.12.2019 - Rojanekırın : 11.12.2019
Taksîvanên Mûşî beşdarî Dengdayîna "Wêneyên Salê" bûn

Muş

 Taksîvanên Mûşî beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.

Serokê Komaleya Taksîvanên Mûşî Erkan Kandemîr wêneyên nûçegihanên AAyê yên li hundir û dervayî welêt hatine kişandin nihêrî û di kategoriyên "xeber", "jiyan" û "sporê" da "Wêneyên Salê" hilbijartin.

Kandemîr di kategoriya "xeberê" da wêneyê Faîz Abu Rmelehê bi navê "Li Mescida Eqsayê erîşa polesê Îsraîlê" hilbijart.

Serok Kandemîr di kategoriya jiyanê da wêneyê Hasan Namli ya bi navê "Zozanên Hizûrê", di kategoriya sporê da jî wêneyê Mustafa Yalçin yê bi navê "Silava Werzişkarên Neteweyî ya Eskerî" hilbijart.

Erkan Kandemîr got ku hemû wêne gelekî baş hatine kişandin û wiha axivî: "Bi rastî me nezanî ka em ê dengê xwe bidin kîjan wêneyê. Hemû wêne gelekî baş in. Eşkere ye ku xebatkaran kedeke mezin daye. Ez wênekêşên AAyê pîroz dikim."

Ji şofêran Metîn Goz jî di kategoriya "xeberê" da wêneyê Behçet Alkan ya bi navê "Eskeran kêfa zarokan anî" hilbijart.

Şofêr Goz di kategoriya jiyanê da wêneyê Halîl Fidan ya bi navê "Li Heranê Jiyan", di kategoriya sporê da jî wêneyê Erhan Elaldi ya bi navê "Xîreta Beytullah" hilbijart.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın